Here naverokê

Serwerî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Rûyê pêşî ya Thomas Hobbes Leviathan (1651) ku Serwerî wekê laşek girs a ku şûr û rim bi dest dixe û ji gelek kesan pêk tê nîşan dide.

Serwerî pênaseya şêwezeke rêveberiyê ye ku wekê otorîteriya bilind tê rave kirin.[1][2][3] Ev şêwaza rêveberiyê hiyerarşiya di nava dewletekê de ye û di heman demê de xweseriya derve jî ji bo dewletan pêk tîne.[4] Di her dewletekê de serwerî ji kes, deste yan dezgehekê re tê destnîşankirin ku desthilata dawî li ser xelkên din heye û qanûnên heyî diguherîne. Ev şiyana xwebirêvebirinê bi xweserî û serbixwebûna mijara hiqûqî tê binavkirin û bi vî rengî xwe ji rewşa biryardariya derve vediqetîne. Di hiqûqa navneteweyî de serwerî pêkanîna desthilatdariyê ye ku ji aliyê dewletekê ve tê pêkanîn. Serweriya hiqûqî mafê qanûnî pêkanîna serweriyê destnîşan dike. Serweriya defakto xwedî pêkanîna serweriyeke defakto ye ku li gorî serweriya serbixwe xwedî mafê serweriyeke sinordar e.

Serwerî di heman demê de tê wateya rêveberiyeke ku welatekê birêve dibe.

Têgeha serweriyê di dîrokê de xwediyê gelek pêkhateyên bi nakok, pênaseyên cihêreng û bikaranînên cihêreng û bi nakok in.[5][6][7][8] Têgîna heyî ya serweriya dewletê çar aliyan vedihewîne; ev têgeh ax (erdê dewletan) nifûs, desthilatdarî û naskirina dewletan e.[7] Li gorî Stephen D. Krasner, têgeh dikare bi çar awayên cûda jî werin diyar kirin:

  • Serweriya navxweyî – kontrola rastîn a li ser dewletekê ku ji aliyê desthilatdariyekê ve di nav vê dewletê de hatiye organîzekirin tê meşandin.
  • Serweriya girêdayî ya hember – nîv-kontrola a tevgera li ser sînorên dewletan.
  • Serweriya qanûnî ya navneteweyî – naskirina fermî ya ji aliyê dewletên din ên serwer ve.
  • Serweriya Westfalyayê – Ji xeynî serweriya navxweyî di dewletê de desthilatdariyeke din tuneye.[5]

Gelek caran ev her çar alî tev bi hev re têne dîtin lê ne hewce ye ku ev yek bin ku bandorê li hev nakin û mînakên dîrokî hene ku dewletên ku ji aliyekî ve ne serwer bûn û di heman demê de di aliyekî din de jî serwer bûn.[5] Li gorî Immanuel Wallerstein taybetmendiyek din a bingehîn a serweriyê ev e ku ew îddîayek e ku divê were nas kirin ger ku wateyek wê hebe:

Serwerî bazirganiyeke hîpotetîk e ku tê de du aliyên potansiyel (an bi rastî) nakok, rêzgirtina ji rastiyên de facto yên hêzê digirin ku wekê stratejiya xwe ya herî kêm biha nasînên weha diguhezînin.[9]

Du hêmanên din ên serweriyê hêmanên wekê serweriya ezmûnî û serweriya dadrêsî hene ku divê werin nîqaş kirin.[10] Serweriya ampîrîk bi rewabûna desthilatdariya dewletekê û bi rewabûna çawaniya pêkanîna desthilata xwe ve eleqedar dibe.[10] Tilly mînakek destnîşan dike ku li beşên Ewropayê destûr hatiye dayîn ku esilzade di mafên taybet û karanîna de cih bigirin ku ev yek bi makezagona Ustages ji aliyê Ketelonyayê ve ew mafê ku serweriya ampîrîkî destnîşan dike nas kiriye. Wekê ku David Samuel destnîşan kiriye ev aliyek girîng a dewletek e ji ber ku pêdivî ye ku kesek an komek kesana destnîşankirî hebe ku li ser navê gelê dewletê tevdigerin. Serweriya dadrêsî balê dikişîne ser girîngiya dewletên din ku mafên dewletekê nas bikin ku kontrola xwe bi serbestî bi destwerdaneke hindik bikar bînin.[10] Wek mînak Jackson, Rosberg û Jones rave dikin ka çawa serwerî û saxbûna dewletên afrîkî bi piranî ji aliyê naskirina qanûnî ve ne ji arîkariya madî bi bandor bûye.[11] Douglass North destnîşan dike ku sazî avaniyê dixwazin û ev her du şêwazên serweriyê dikarin bibin rêbazek ji bo pêşketina strukturê.[12]

Ji bo demekê Neteweyên Yekbûyî pir nirx da serweriya dadrêsî û hewl daye ku pir caran prensîba xwe bihêz bike.[10] Di van demên dawî de, Neteweyên Yekbûyî dûr dikeve û balê dikişîne ser damezrandina serweriya ampîrîkî.[10] Michael Barnett destnîşan dike ku ev yek bi giranî ji ber bandora serdema piştî şerê sar e ji ber ku Neteweyên Yekbûyî bawer dikir ku ji bo têkiliyên aştiyane dewlet di nav axa xwe de aştiyê saz bikin.[10] Bi rastî teorîsyenan dîtiye ku di serdema piştî Şerê Sar de gelek kesan bal kişandiye ser ka çawa strukturên navxweyî yên bihêztir aştiya nav-dewletan pêşdixin.[13] Mînak Zaum amaje dike ku gelek welatên qels û xizan ên ku ji Şerê Sar bi bandor bûne ku ji bo pêşdebirina serweriya xwe ya kêm bi rêya vê bin-têgîna "dewletbûna ampîrîk" alîkarî wergirtine.[14]

  1. ^ Philpott, Daniel (1995). "Sovereignty: An Introduction and Brief History". Journal of International Affairs. 48 (2): 353–368. ISSN 0022-197X.
  2. ^ Law, Jonathan LawJonathan (21 hezîran 2018). Law, Jonathan (edîtor). sovereignty (bi îngilîzî). Oxford University Press. doi:10.1093/acref/9780198802525.001.0001/acref-9780198802525-e-3701?rskey=1kdnj5&result=7. ISBN 978-0-19-880252-5.
  3. ^ Bartelson, Jens (9 gulan 2014). Sovereignty as Symbolic Form (bi îngilîzî). Routledge. ISBN 978-1-317-68583-8.
  4. ^ Spruyt, Hendrik (1994). The Sovereign State and Its Competitors: An Analysis of Systems Change. Cild 176. Princeton University Press. ISBN 978-0-691-03356-3.
  5. ^ a b c Krasner, Stephen D. (2001). Problematic Sovereignty: Contested Rules and Political Possibilities (bi îngilîzî). Columbia University Press. ISBN 978-0-231-12179-8.
  6. ^ Korff, Baron S. A. (1923). "The Problem of Sovereignty". American Political Science Review (bi îngilîzî). 17 (3): 404–414. doi:10.2307/1944043. ISSN 0003-0554.
  7. ^ a b Biersteker, Thomas J.; Weber, Cynthia (2 gulan 1996). State Sovereignty as Social Construct (bi îngilîzî). Cambridge University Press. ISBN 978-0-521-56252-2.
  8. ^ Biersteker, Thomas J. (edîtor). State, sovereignty, and territory.
  9. ^ Wallerstein, Immanuel Maurice (2004). World-systems analysis : an introduction. Internet Archive. Durham ; London : Duke University Press. ISBN 978-0-8223-3431-6.
  10. ^ a b c d e f Barnett, Michael (1995). "The New United Nations Politics of Peace: From Juridical Sovereignty to Empirical Sovereignty". Global Governance. 1 (1): 79–97. ISSN 1075-2846.
  11. ^ Jackson, Robert H.; Rosberg, Carl G. (1986). "Sovereignty and Underdevelopment: Juridical Statehood in the African Crisis". The Journal of Modern African Studies. 24 (1): 1–31. ISSN 0022-278X.
  12. ^ North, Douglass Cecil (2009). Institutions, institutional change and economic performance. The political economy of institutions and decisions (Çapa 27. print). Cambridge: Cambridge Univ. Press. ISBN 978-0-521-39734-6.
  13. ^ Pietrzyk, Mark E. (2001). "Explaining the Post-Cold War Order: An International Society Approach". International Journal on World Peace. 18 (3): 31–54. ISSN 0742-3640.
  14. ^ Zaum, Dominik (1 sibat 2007). Zaum, Dominik (edîtor). 1 Sovereignty in International Society. Oxford University Press. r. 0. ISBN 978-0-19-920743-5.